“Ger îşxalker ji nû ve Qudsê desteser bikin dê serhildan û raperînên tundtir çêbibin”

Serokê Heyeta Bilind a Îslamî Şêx Îkrîme Sabrîdestnîşan kir “Ger Amerîka bixwaze qerarê tetbîq bike û ger rejîma îşxalê cardin hewil bide Qudsê desteser bike dê ji ya Tîrmeha 2017an tundir serhildan û raperînek çêbibe.”

Serokê Heyeta Bilind a Îslamî Şêx Îkrîme Sabrî derbarê qerara ku ji teref Amerîka ve hatiye standin de nirxandinan kir û Amerîka û sîyonîstên îşxalker îqaz kir da ku ev qerar neyê sepandin.

Li gor xebera ku di Navenda Enfarmasyona Fîlîstînê de hatiye weşandin ji teref Serokê Heyeta Bilind a Îslamî Şêx Îkrîme Sabrî ve derbarê mijarê de wisa hatiye gotin: “Ger Amerîka bixwaze qerarê tetbîq bike û ger rejîma îşxalê cardin hewil bide Qudsê desteser bike dê ji ya Tîrmeha 2017an tundir serhildan û raperînek çêbibe.”

Sabrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir Quds û bi Mekke û Medînê re pêwendîdar e û ger Quds bê ji dest dan ev yek tê maneya ji destdana Mekke û Medînê. Sabrî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Misliman di îmtîhanekê de ne. Zaman niha di lehê me de ye û şert ji me re xizmetê dikin. Qerara Trump Misliman û Mesîhîyan anîye ba hev. Heta ku Trump qerara Qudsê betal bike divê xwepêşan û çalakî berdewam bikin. Ez ji wan welatên Îslamê û Ereban ên ku destekê didin Fîlîstînê silavan dişînim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin