"Ger rêyekebi hêz a ku xelkê Kurdistanê qane bike hebeem dikarin hevdîtinê bikin”

Felah Mistefayê Berpirsê Ofîsê Pêwendiyên Derve yê Kurdistanê destnîşan kir: "Ger rêyekebi hêz a ku xelkê Kurdistanê qane bike hebe û ger paket û alternatîfek hebe em dikarin hevdîtinê bikin.”

Felah Mistefayê ku li New Yorkê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mehmet Çavuşoglu re hevdîtin kir diyar kir pêwendiyên wan ên bi hêz bi Tirkiyê re hene û li gor Tirkiye niha ne wextê kirina referandûmê ye û ew ê ev yek dibe ku bibe sedema mişkîleyan.

Felah Mistefa di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew naxwazin tiştekî ku bibe sedema ji teref dost û muttefîkên wan ve bê nîşandana helwesteke neyînî bikin û dû re wiha got: “Em naxwazin tiştekî ku bibe sedema ji teref dost û muttefîkên me ve bê nîşandana helwesteke neyînî bikin. Ji ber vê yekê  em dixwazin bi wan re hevdîtinan bikin û meselê gotûbêj bikin û em dîsa ji ber vê yekê dixwazin wan sedemên di pişta qerarên referandûmê de bibêjin. Ji ber vê yekê em jî girîngiyê didin hevdîtinê. Weke ku serokatiya siyasî ya Kurdistanê gotiye ‘Ger rêyeke  bi hêz a ku xelkê Kurdistanê qane bike hebe û ger paket û alternatîfek hebe em dikarin hevdîtinê bikin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e