“Ger Trump dibêje ‘Ez bi hêz im, naxwe heqdar im’ wê demê xeta dike”

Serokomar Erdoganderbarê qerara naskirina Serokê Dewleta Amerîka Trump a Qudsê wek paytexta sîyonîstan naskirinê de diyar kir “Ger Trump dibêje ‘Ez bi hêz im û naxwe heqdar im’ wê demê xeta dike.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berîya ku biçe Yewnanîstanê li Balafirgeha Esenbogayê derbarê qerara naskirina Serokê Dewleta Amerîka Trump a Qudsê wek paytexta sîyonîstan naskirinê de daxuyanî da. Erdogan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ey Trump, tu dixwazî çi bikî? Ev helwesteke çawa ye?”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesê ku xwedîyê hêzê be neheqdar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Karê serokên sîyasî tevlîhevkirin nîne, aştî ye Niha ev daxuyanîyên Birêz Trump wezîfeya ‘mîkserê’ dibîne û tevlîhevîyê derdixe û ne gotinên bo aştîyê ne. Ger Birêz Trump li vê derê bibêje ‘Ez bi hêz im û naxwe heqdar im’ wê demê xeta dike. Xwedî hêzbûn ne heqdarbûn e. Kesê ku heqdar ve xwedîyê hêzê ye. Divê vê yekê wisa zanibe. Li vê derê em heqdar in.”(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin