Îçlek di axavtina xwe ya ku di derbarê zikatê kir de destnîşan kir zikat ji teref Xweda ve li ser însanan hatiye ferzkirin û înkarkirina zikatê însan dibe kufrê, her wiha terka zikatê jî însên gunahker dike.
Îçlek di berdewama axavtina xwe de diyar kir zikat li ser wan kesên aqilkemal ferz e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger 60,70 û 85 gram zêrê yekî hebe û ji ser wan salek derbas bûbe li ser wî kesî dayîna zikata wan ferz e. Di dînê Îslamê de cihê zikatê girînge.Xweda Teala di Qur’ana Kerîm de wisa dibêje ‘ Ey Muhammed! Ji malên wan sedeqe(zikatê) bigre; ew ê tu bi vê yekê wan ji gunahan paqij bikî, ew ê tu wan pak û alî bike.’ Ger mirov zikatê bide ew ê ji gunahên xwe paqij û tahit bibe.”
“Di wan qernên ku Misliman tê de zikatên xwe dane de tu kes feqîr û hezan nemaye”
Îçlek diyar kir divê miheqqeq zikat bê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi şikleke mitleq divê ji mal bê dayîn. Mesela em li dîroka Îslamê dinêrin. Di wan qernên ku Misliman tê de zikatên xwe dane de tu kes feqîr û hezan nemaye. Em dikarin ji dewra Omer b. Evdilezîz mînakan bidin. Wek mînak; dema ku memurên zikatê zikata ku zêde maye ji Evdilezîz re tînin û jê pirs dikin em çi bikin ji vê, ew dibêje wan xortên ku gihaştine emrê zewacê û nikarin bizewicin bizewicînin, ger dîsa me ji zanaatkaran re dikan vekin û ji wan re amûran bistînin bila hûnerê bikin. Ger dîsa xelas nebû ji koran re xizmetkar bigrin. Dîsa jî ger ew zikat xelas nebe temamê heywanan li derekê bicivînin û bayterekî bigrin û meaş bidinê.”
“Ger zengîn zikatên xwe bidin dê feqîr birçî nemînin”
Îçlek herî dawî got Xweda ferz li ser dewlemendan kiriye ji bo zikatê bide da ku feqîr birçî nemîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger zengîn zikatên xwe bidin dê feqîr birçî nemînin. Encax ger dewlemend wezîfeya xwe bi cî neyênin ew ê birçî bimînin. Ger hemû kes wezîfeya xwe ya zikatê bi cî bîne ew ê tu feqîr nemîne. Yanî zikat muhîm e.”(ÎLKHA)