Li gorî pisporan di rojên pêşiya me de germahiya hewayê di gelek herêman de dê derkeve ser nîverastên demsalê; nexasim li Bakurê Kurdistanê termometre dê 40 dereceyî derbas bikin û li Marmarayê jî ji ber nema (şiliyeke) bilind germahiya ku tê hîskirin dê bi rengekî diyar zêde bibe.
Germahî dê li seranserê welêt bilind bibe
Pispor bal kişênin ku îfadeya "eyyamê baxûrê" di nav gel de bi berfirehî tê karannîn, lê di meteorolojiyê de rewşeke hewayê ya taybet û fermî hatî pênasekirin nîne.
Di çavkaniyên cûda de tê diyar kirin ku ev serdem di navbera dîrokên 31ê Tîrmehê-7ê Tebaxê an jî 1-8ê Tebaxê de tê nîşandan; lê hat destnîşankirin ku her sal di heman rojan û di heman astê de çêbûna germahiyê nayê rawestandin. Modelên texmînê yên rojane nîşan didin ku di rojên pêşîn ên tebaxê de di pişka herî mezin a Tirkiyeyê de germahî dê derkeve ser normayên demsalê.
Li gorî herêman bandor dê cûda be
Li gorî pisporan şêlên hewaya germ dê li herêmên rojhilat li ser Nîvavvala Erebî re, li herêmên rojava jî bi herikîna hewaya germ a ji Afrîkayê bînin welêt. Ji ber vê yekê bandora germahiyê ji herêmekê heta herêmeke din dê cûda bête hîskirin.
Li Bakurê Kurdistanê germahiya zêde derkeve pêş; li Stenbol û beravên Marmarayê ji ber şiliya (nema) bilind germahiya ku tê hîskirin dê ji nirxên hatine pîvandin bilindtir be. Ji nîveka hefteyê û şûnde tê rawestandin ku li seranserê Tirkiyeyê germahî derkeve ser nîverastên demsalê.
Nabe ku bi guherîna îqlimê re bête tevlîhev kirin
Pispor diyarkirin ku şêlên hewaya germ ên kurtdureyî bi tenê serê xwe nabe ku wekî delîla guherîna îqlimê werin nirxandin. Lê belê dane meteorolojîk ên ku belavî salên dirêj bûne nîşan didin ku li Tirkiyeyê meyleke diyar a germbûnê heye.
Li gorî daneyên Meteorolojiyê, germahiya navînî ya Tirkiyeyê ku di serdema 1970-1980yî de 12,7 derece bû, di serdema 2014-2025an de derket 14,4 dereceyan. Bi vê yekê nêzî 1,7 derece zêdebûn hat tomarkirin.
Saleke herî germ sala 2024an hat tomarkirin
Li gorî daneyên fermî sala herî germ ku heta niha li Tirkiyeyê hatî pîvandin, bi navînî 15,3 dereceyan sala 2024an bû. Navînîya salane ya herî kêm jî di sala 1992an de bi 11,4 dereceyan kete qeyd û tomaran. Pispor diyar dikin ku pîvandinên heyama dirêj nîşan didin ku germahî berdewam di meyleke bilindbûnê de ye.
Nirxandinên meteorolojîk bal kişênin ku Tirkiye ji ber germahiyên zêde û bûyerên hewayê yên dijwar dikare di salên pêş de bi xetereyên mezintir re rûbirû bimîne. Tê diyar kirin ku zêdetir çêbûna şêlên hewaya germ dikare li ser çavkaniyên avê, çandinî, hilberîna energiyê û jiyana bajêr bandorên girîng bîne holê.
Di bajarên mezin de germ zêdetir tê hîskirin
Pispor anîn ziman ku rûyên beton û asfaltê ji ber ku germahiya di nava rojê de kom dikin bi şev dîsa belav dikin, navendên bajaran li gorî deverên gundewarî germtir dimînin. Tê diyar kirin ku ji bo kêmkirina vê bandorê ku wekî "girava germê ya bajêr" tê pênasekirin, divê qadên kesk werin zêdekirin û giringî bête dayîn bo xebatên sîberkirinê.
Grûpên Xetereyê Divê Zêdetir Baldar Bin
Pispor destnîşan dikin ku hewaya germ nexasim ji bo temenmezinan, zarokan, kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û kesên ku bi tenê dijîn xetereyeke mezintir çêdike.
Tê pêşniyarkirin ku welatiyên nexweşiyên wan ên dil, bêhnstendin û metabolîk hene di saetên germ de heta ku ji dest tê dernekevin derve. Di navbera saet 11.00 û 16.00an de ku dema herî germ a rojê ye, tê şîretkirin ku li aliyên vekirî dirêj nemînin, ava zêde vexwin, cilên bi rengên ronî û sivik tercih bikin, ji ronahiya rasterast a rojê dûr bisekinin û aktîvîteyên fîzîkî bihêlin ji saetên zû yên sibehê an jî êvarê re.