Gok: “Beledıya Bdpê Tesdîqê Bıde Merkezeke Bar Û Araqê, Nayê Qebûlkırın”

Belediya BDPê ya Batmanê, digel tepkiya xelkê tesdîq da ku, merkezeke bar û araq û kêfê ya 3 qatî bê avakirin. Ji lew serekê teşkîlata Huda Parê ya Batmanê Dr. Aydin Gok tepkî nîşan da. Da zanîn ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Belediya BDPê ya Batmanê, digel tepkiya xelkê tesdîq da ku, merkezeke bar û araq û kêfê ya 3 qatî bê avakirin. Ji lew serekê teşkîlata Huda Parê ya Batmanê Dr. Aydin Gok tepkî nîşan da. Da zanîn ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Gok wiha got “Araq însan bêhiş dike. Nêzî vê mekana ku avakirina wê tê plankirin, çend mekteb û dibistan hene. Belediye jî destûrê dide vê planê. Wê merkez ji bo bar, araq û kêfê bê vekirin. Yanî emniyeta can û mal û eqlê welatiyan, ji serbestî û azadiya vexwarina araqê re dibe qurban. Ev jî bi destûra meclîsa belediyê tê kirin.”

Dr. Aydin Gok di dewamiya xeberdana xwe de wiha peyivî “Ey kesên ku dixwazin merkezeke wiha vekin! Ez ji we dixwazim ku berê hun herin bi ehlê mehelê re bipeyivin bê ka gelo nişteciyên mehelê, ji bo xwe û zarokên xwe ji vî tiştî razî û qaîl in yan na.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin