Gok: Zanîngeh mektebên fikr û ramanên azadin

Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Dûrmûş Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok ziyaret kir. Gok îfade kir ku lazeme Zanîngeh bibe mektebên fikr û ramanên azad û serbixwe bin.

Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Dûrmûş Serokbajariya HUDA PARê ya Êlihê ziyaret kir.

Di ziyaretê de Dûrmûş ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok, endamê GÎKê Ekrem Guleşen û Serokê Navçeya Navend M. Şerîf Dûrmaz ve hat pêşwazîkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok di ziyaretê de axifî û destnîşan kir ku lazime zanîngeh û bajar di nav têkiliyek nêz de bin.

Gok, îfade kir ku dema zanîngeh û bajar têkiliyê wan yê baş hebe wê ji bajar û civakê re pir baş bibe, ji xwe daxwaza civakê jî ji zanîngehan eve.

Gok, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lazime zanîngeh li bajarên lêne têkiliyên wê û bajaran hebe. Lazime zanîngeh bi odeyên karsaz û bazirganiyê re jî hevkariyê bikin. Zanîngeh mektebên fikr û ramanên azadin û lazime zanîngeh serbixwe bin. Divê tu bandora mamosteyan li ser xwendekarê zanîngehê tinebe. Pêwiste zanîngeh tenê ciyê ilm û îrfanê bin.  

Rektorê Zanîngeha Prof. Dr. Aydin Dûrmûş îfade kir ku ji bo zanîngeha me pêşkeve lazime em xwendekarên biyanî bikşinin vira û fakulteyên tip, dermanxane û hiqûqê vekin.

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin