Goktaş: “Ji ber ku Îslam belav dibe li Xerbê dijberîya Îslamê tê kirin”

Sempozyuma bi navê “Sempozyuma Navneteweyî ya Dijberîya Îslamê” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Goktaş: “Ji ber ku Îslam belav dibe li Xerbê dijberîya Îslamê tê kirin”

Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî  gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî tê weşandin.

Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş dê axavtina vekirinê ya sempozyumê  kir.

Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser sedema dijmintîya ku li Xerbê li hember Îslamê tê kirin û destnîşan kir: “ Îro li ser rûyê erdê dînê ku herî zêde û zû belav dibe Îslam e. Ji ber ku ev belavbûna Îslamê di nav alema Xerbê bi xwe de ye ji Îslamê re dijmintî tê kirin. Divê alim, akademîsyen û rewşenbîrên Îslamê li dijî van êrîşên ku li Îslam û Mislimanan tên kirin xebatan bikin. Di vî warî de wezîfe û mesûlîyeta herî mezin dikeve li ser milên îdarevanên welatên Îslamê. Dixwaze bila bê qebûlkirin û dixwaze bila neyê qebûlkirin Ewrûpa Îslamê tercîh dike.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê di kana keviran de hezaz çêbû: 7 mirî
Emrîkayê îlan kir ku rejima sîyonîst, pêşnîyaza agirbesta li Xezzeyê qebûl kirîye
Şehîdên Xanikê li ser gorên wan hatin yadkirin
Hemû stokên wan hatin vekişandin
HUDA PAR teleba zêdekirina me'aşê herî kêm kir