Li Rihayê ji ber barîna baranê ya bandordar Gola Masiyan a sembola turîzma baweriyê di encama ava baranê ya ku herikî nav golê de bû gola heriyê.
Piştî ku ava biherî herikî nav golê ji ber îxtîmala ku dê masî bimînin bê oksîjen û telef bibin Şaredariya Mezin a Rihayê bi ekîbên şaredariyên navçeyan dest bi xebatê kir.
Ji ber barîna baranê Gola Masiyan û Gola Ayn Zelîha bandordar bûn. Tîmên Şaredariya Mezin a Rihayê bi av û oksîjenê tehliyeya avê kir. Ji bo ku gol werin paqijkirin û masî werin parastin xebat didomin.
Ji bo ku ziyaretvan neçin qada golê şirît hat kişandin û tişm û tim bi pompeyên bimotor teqwiyeya avê tê kirin. Tê mereqkirin gelo masiyan zirarê dîtine yan ne.
Abdulkadîr Açarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Rihayê li xada golê de xebatên ku didomin şopand. Açar diyar kir ku di golên Halîlur-Rahman û Ayn Zelîhayê de masî telef nebûne.
Açar wiha diyar kir: “Em dixwazin ku gelê me misterîh bibe. Him di Gola Halîlur-Rahman û Gola Ayn Zelîha de masî telef nebûne. Şaredariya me ya mezin û şaredariyên navçeyan dixebitin. Çi hewce dike dê em bikin. Gola Masiyan rumeta Rihayê ye, marqeya Rihayê ye. Ji bo vê yekê çê hewce dike dê pêk were. Tîmên ŞUSKÎyê ji Gola Masiyan û Gola Ayn Zelîha wek nimûne dereceya avê pîvandin. Heta ku ji bilî ve ava Gola Masiyan paqij bibe dê xebat bidomin.” (ÎLKHA)