Li Zanîngeha Entabê bernameyeke bi navê ‘ Ji Hostayan re Rûmet Bernameya Bîranînê ya Aliya Îzzetbegovîç’ hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormezê ku beşdarî bernamê bû di derheqê kesayetiya Aliya Îzzetbegovîç de axavtinek kir. Gormez di axavtina xwe ya ku kir de Îzzetbegovîc bi rehmetê bîranî û ji Xweda niyaz kir ku li erdnigariya Îslamê Îzzetbegovîc zêde bibin.
“Aliya Îzzetbegovîç fermandarekî zana bû”
Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir Aliya Îzzetbegovîç fermandarekî zana bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê her risteyên ku wê demê ji teref Îzzetbegovîc ve hatine nivîsîn ji teref xortên wextê me ve bi şiklekek baş bên xwendin. Lewra di wan risteyan de gelek peyamên girşng ên ku divê xort ji wan bistînin heye. Ew bi şikleke berfireh temamê hêlên wê şibandina cenwera bi dinanekî yê ku ji bo Ewrûpayê tê kirin derxistiye holê. Ew bi vê yekê derxistiye holê ku Akîf di vî warî de çi qas heqdar e. Ji bo wî navê kralê zana hat gotin û ev nav belav bû. Lê bi ya min kêfa wî ji peyva kralê nehatiye. Ew mirovdewletekî zaan û fermandarekî zana bû.”
“Hûn ummeta Muhammd Mustafa ne, hûn ê qet destên xwe dirêjî pîrekan nekin”
Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir erdnigariya Îslamê bi şerên ku tê de exlaq û hiqûq nayê naskirin hatiye dorpêçkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Aliya Îzzetbegovîç wê mîrasa Îslamê û Hz. Muhammed a ku di warê exlaq û hiqûqa Îslamê de ji însanetiyê re hatiye hiştin di wê herba Bosnayê de bi fikr û ramanên xwe bi helwest û tewrên xwe nîşan daye. Ez dixwazim gotinên wî yên ku ji teref wî ve di şerê Bosnayê de hatine gotin bi we re parve bikim. Lewra erdnigariya Îslamê bi şerên ku tê de exlaq û hiqûq nayê naskirin hatiye dorpêçkirin. Aliya berî herbê eskerên xwe dan hev û van tiştan ji wan re got: ‘ Eskerên min! Ez dizanim dema ku ew dest bi êrîşê kirin ew ê zarokên me bikujin. Lê hûn ê zarokekî/ê jî nekujin. Dîsa ez dizanim ew ê bi kuştina pîrekên me nesekinin û ew ê gelek êrîşên gemar û kirêt bikin; lê hûn ummeta Muhammed Mustafa ne, hûn ê qet destên xwe dirêjî pîrekan nekin. Ew ê extiyarên me bikujin; lê hûn ê extiyarên ku bi me re herbê nekin nekujin.”(ÎLKHA)