Gormez: Divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê

Serokê Karên Diyanetê Gormezdestnîşan kir divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê ya ku tê de peyama gerdûnî û sîreta Hz. Muhammed tê vegotin û her wiha divê ev heftî di navbera 14-20ê Nîsanê de bê tertîpkirin.

Serokê Karên Diyanetê Gormez  di civîna ‘Heyeta Îstîşarê ya Berfirehkirî’ de diyar kir divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê.

 “Divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê ya ku tê de peyama gerdûnî û sîreta Hz. Muhammed tê vegotin ”

Serokê Karên Diyanetê Gormez  di civîna ‘Heyeta Îstîşarê ya Berfirehkirî’ de di derbarê mijara Hefteya Wîladeta Pîroz de axavtinek kir. Gormez di axavtina xwe ya ku kir de wiha axivî: “Di encama mulahazeyên ku hatine kirin de  hat diyarkirin divê Pêxemberê me û wîaldeta Wî nebe mijara nîqaşê û ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber vê minasebetê divê ew qandîlên mewlûdê yên ku ev hezar sale li ser van axan tên pîrozkirin bên dewlemendtir kirin û divê bên domandin. Divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê ya ku tê de peyama gerdûnî û sîreta Hz. Muhammed tê vegotin û her wiha divê ev heftî di navbera 14-20ê Nîsanê de bê tertîpkirin.”

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin