Gotina terora îslamîst me misilmanan bi rastî aciz dike

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji gotina ’terora îslamîst’ a Serokwezîra Almanyayê Merkel re bertek nîşan da û wiha got: “Gotina terora îslamîst me misilmanan bi rastî aciz dike. Lewra îslam û teror nikare bê bal hev. Manaya Îslamê aştî ye.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê Serokwezîra Almanyayê Merkel qebûl kir. Di daxuyaniya hevpar a ku li kulliyê hat dayîn de ji ber ku  Serokwezîra Almanyayê Merkel gotina ’terora îslamîst’ bi kar anî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  wiha got: “Gotina terora îslamîst me misilmanan bi rastî aciz dike. Gotineke wisa nikare bê bikaranîn, ev ne rast e. Lewra îslam û teror nayê bal hev. Wateya kelîmeya Îslamê aşîtî ye. Ji ber vê  yekê ger ku em Îslama ku meneya wê aştî be em bînin li ba terorê, ev yek dê  wan kesên ku mensubê wî dînî ne xemgîn bike. Ez rica dikim ku em vê gotinê bi kar neyînin. Em mecbûr in li ber vê gotinê rabin. Ger ku em bêdeng bimînin ev tê wateya qebûlkirinê. Ez bi xwe  jî wek serokomarekî Misliman qetiyen vê qebûl nakim.”

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye