Li Baliyê Forûma Demokrasiyê ya 5an tê li dar xistin. Ji gelek welatan serek û wezîfedarên temsîlkar tevlî forûmê bûn. Di forûmê de serekcimhûrê Îranê Mehmûd Ehmedînecat li ser demokrasiyê peyivî. Da zanîn ku ji ber îcraatên çewt û xerab yên welatên rojava, îro demokrasî buye hegemonyaya ekaliyetê ya li ser piraniyê.
Ehmedînecat wiha got “Li halê Ewrûpa û Emrîka binêrin. Hilbijartin bûne meydana pêşbirka kapîtalîstan. Kesên xweser, xwedîselahiyet û ji dil nakevin îdarê.”
Ehmedînecat di dewamiya xeberdana xwe de wiha peyivî “Însaniyet dil dike ku di dinyake baştir de dilşa be, bi şeref be, di refahê de be. Vê xwezî jî encax di sîstemeke sosyal de ya ku tê de aşitî hikûm dike dê karibe pêk bê. Koletî, kedxwarî û xwarina heqan di dinya îro de, bi şeklên nû derketiye pêşberê însaniyete. Filîstîn, Efğanîstan, İraq û Pakîstan hatine îşgal kirin. Fealiyetên terorîstî, xebatên îstîxbaratên eskerî, kedxwariya dewlemendiyên welatin din, gelek welat mehkûmî hindikpêşveçûnê kirine.”
Her wiha serekwezîr Erdoğan jî di xeberdana destpêkê de bingeh û sîstema qirardayîna teşkîlata dewletên yekbuyî tenkîd kir û wiha îfade kir “qet nabe ku dinya teslîmî du lêvên 5 mensûbên daîmî bibe. Heger wiha be, wê dinya her roj ber bi mirinê ve here.” www.bangaheq.net