Gotinên Heniyye

Êrîşên Terora Siyonîst Pijiqiye Dervê Fîlîstînê

Serekwezîrê Filîstînê Îsmaîl Heniyye, êrîşa siyonîst Îsraîl ya ku, li Yermûka fabrîka eskeriya Sûdanê rast kiribû sert şermezar kir û diyar kir ku, êrîşên terora ordiya siyonîst pijiqiye dervê Filîstînê. Îsmaîl Heniyye li bakurê Ğezzeyê di xutba xwe ya li camiya Xulefayê Raşidîn de vê beyanê diyar kir.

Îsmaîl Heniyye di beyana xwe de got ku Sûdan di serî de ên Fîlîstîn meselên ummetê ji xwe kiriye derd. Heniyye tewr û şêla welatên Ereban jî tenkît kir û îfade kir ku li ber êrîş û terora siyonîst Îsraîl bêdeng dimînin. Heniyye da zanîn ku hikûmet û xelkê Filîstînê piştgiriyê milletê Sûdanê ne.

Îsmaîl Heniyye li ser gotinên Mehmûd Ebbas yên dawîn jî wiha xeber da “Kî dibe bila bibe, heqê tu kesî tune ku li ser hisabê xwe dev ji bihostek jî axa Fîlîstînê berde yan jî dev ji heqê vegere multeciyan berde. Lewra van heq ne malê şexsî ne, van heq tenê bi tenê malê xelkê Fîlîstînê ne. Eger bibêje Safed bajarê min e lê ez li wir najîm. Ez jî dibêjim El Cewre û Askalan memleketê min e û bi îzna Xweda ezê li wir bijîm.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be