Serokê Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê Mamoste Elî Bapîr îfade kir ku serxwebûn ji bo herêma Kurdistanê mafeke meşrû ye û wiha dewam kir: "Bêguman şert û mercên serxwebûnê jî hene. Ji bo ku em vê mafê bi dest bixin, şertên guncav hewce dikin. Divê çavkaniyên leşkerî, dîplomatîk, siyasî û aborîya dewleta kurdan hebe. Her wiha bi piştgiriya navneteweyî jî hewce heye. Piştî êrîşên DÎŞIyê em wek kurdên Iraqî serxwebûna Kurdistanê divê ji nû de binirxînin. Di rojeva nû de nîqaşa serxwebûna dewleta Kurdistanê paş de ket."
Bapîr li ser êrîşên DÎŞIyê jî sekinî û got ku "Divê dewleta îslamê li ser rizaya gel bê avakirin. Zorbatî li dijî îslamê ye.”
Bapîr da zanîn ku divê namzedê serokwezîrtiyê Heyder el-Îbadiyê ji siyaseta nebaş a Nûrî el-Malikî ders derxîne û tu ferq û meylê nexe navbêna tu welatiyan.
Elî Bapîr li ser rexneyên ku çima partiya wan li hember êrîş û komkujiyên Îsraîlêyên li ser Ğezzeyê têra xwe nerazîbûn nîşan nedaye jî wiha xeber da: “Helwesta me hebû. Lê belê rast e ku me li hember wehşeta deraqilî ya siyonist a li ser Filîstîna masûm û mazlûm, têra xwe bertek nîşan neda. Sedema vê yekê jî rewşa aloz û pevçûvên li Iraqê ne."
Çınarın Sesi