Gotinên Salihî

Îsraîl Ji Bo Êrîşî Sûdanê Bike, 5 Welat Kirne Wasîte

 Wezîrên karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî, bi rojnameyan re xeber da. Salihî ji qezetên Kûweyt û Qatarê re diyar kir ku teyarên îşgalkerê Îsraîl ji bo ku êrîşî Sûdanê bikin, sehayên hewayên yên 5 welatan kirine wasîte.

Elî Ekber Salihî di xeberdanên xwe de wiha got “Tel Avîv ji bo êrîşa Sûdanê pêk bîne, sehayên hewayê yên 5 welatan kirine wasîte. Ez naxwazim navên van dewletan bêjim. Xalîça Hurmuzê ji teref Îranê ve nayê girtin. Xalîça Hurmuzê ‘aydiyê hemî welatên ku rexê wan bi xalîçe re hene ye.”

Salihî îddîayên der barê ku Îranê li Kûweytê fealiyetên casûstiyê kiriye de red kir û îfade kir ku heger amancake wiha ya Îranê hebuya, wê di dema Seddam êrîşî Kûweytê kir de bikira. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin