Wezîrê perwerdehiyê Nabî Avci, der heqê serbestiya kincan ya li mekteban de xeber da. Nabî Avci wiha got “Carna di medyayê de tê gotin ku rêzikname guheriye. Lê ev ne rast e.”
Nabî Avci li Konyayê pirsên qezetevanan bi cewab kir. Jê re hat pirsîn bê gelo tetbîqata serbestiya kincan ya li mekteban, wê dewam bike yan na. Wezîr îfade kir ku, ji millet telebên ji hev cûda tên kirin. Her wiha Nabî Avci beyan kir ku, di rêzikname de tiştekî ku net û safî bûbe tune ye. Carna medya dibêje ku rêzikname guheriye lê ev xeber ne rast e.
Ji wezîrê perwerdehiyê re hat pirsîn ku, qîzên bixwazin bi tesettur herin mekteban, gelo wê karibin yan na. Wezîr Nabî Avci, van pirsan bêcewab hişt.
Bangaheq