GotinenErdoğan

Serekwezîr Tayyîb Erdoğan li ser hinek rewşan, di civîna partiya xwe de xeber da.

Serekwezîr Tayyîb Erdoğan li ser hinek rewşan, di civîna partiya xwe de xeber da.

Parlementerê CHPê Kamer Genç, berî niha ji bo wezîra malbat û polîtîkayên sosyalê Fatma Şahîn mîna dijûnan hinek gotinên ne qenc kiribûn. Serekwezîr Tayyîb Erdoğan, li ser gotinên Kamer Genç wî sert tenkîd kir û wiha got “Zimanê min nagere ku ji wî bêedebî re bibêje zilam yan parlementer. Ji partiya serek ya mûxalefetê jî, tu uzir nehat. Ji niha pêve em ê van gotinên wî, her tim derxin pêşiya CHPê.”

Serekwezîr li ser hevdîtinên dewlet û PKKê jî wiha xeber da “Me bi tu kesî re tu peyman çênekiriye. Ev pêvajo bi tabîrên têkbir û têkçûnê nayê îfadekirin. Kesên di vê pêvajoyê de winda dikin, tucarên xwînê ne, serokên siyaseta li ser pevçûn û tirsê ne.”

Li aliyê din li meclîsê bi amanca lêkolîna riyên aştiyê û nirxandina pêvajoya çareseriyê, komîsyona lêkolînê hate sazkirin. Bi îmzeya serekmeclîs Cemîl Çîçek ji partiyên mûxalefetên re, xeber hat şandin ku gelo wê ji bo komîsyona han tu endaman bişînin an na. Chp û Mhp dan zanîn ku, wê tu endaman nedin komîsyonê. Lê BDP ji bo endamekê, heta niha tu nav nedaye.

Serokê partiya CHPê Kemal Kiliçdaroğlû jî, li ser hevdîtinên dewlet û PKKê  wiha got “Hevkariya PKK û AKPê heye. Niha ew ê qanûna esasî jî pêk bînin. Eger di bin siya sîlehan de teklîf û pêşniyaza qanûnê tên, ey serekwezîr tu teslîmî wan sîlehan bûyî.” bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin