Gozunguyê ku dê êrîşa li Cizîrê de birîndar bûbû axivî

ŞERNEX - Halîs Gozunguyê ku li navçeya Cizîra Şernexê dûçarê êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve hatibû lidarxistin bûbû axivî.

Halîs Gozunguyê ku di êrîşa ku bi qamyoneta bombebarkirî li navçeya Cizîra Şernexê hat lidarxistin de birîndar bû ji ÎLKHAyê re qala dema teqînê kir.

Gozungu diyar kir ji bo ku biçin îş ew bi hevalên xwe re li noqteya kontrolê sekinandî bûne. Gozunguyê ku dûçarê îrîşê bû di derheqê heyama teqînê de wiha axivî: “Sibe di saet 06.30 yan de ji bo ku em biçin îş bi wesayîta xwe ketin rê. Dema ku em gihaştin noqteya lêgerînê ya Amîrtiya Hêzên Çevîkê di wesayîtan de lêgerîn dihat kirin. Di beriya me de wesayîtekê bi zirx hebû. Ji ber ku me nekarî wesayîta bi zirx derbas bibin em sekinîn. Di wî heyamê de teqînekê çêbû. Ez ji wesayîtê pekiyam. Em di wesayîtê de 5 kes bûn. Rewşa hevalekî min ji yê min çêtir bû. Yên din jî xedar bûn.”

Gozunguyê ku ji êrîşê re ber tek nîşan da wiha axivî: “Xweda me perast û ji vî musîbetê xelas kir. Xweda belaya wan kesên ku vî êrîşê di nav siwîlan de lidar dixe bide. Em çi bibêjin. Ev qas zulm êdî bes e.”

Gozunguyê bavê 3 zarokan piştî dermankirina xwe ya li nexweşxanê tedawiya wî li malê didome. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye