Mehkûm û girtiyên Fîlîstînî yên di hepsên Îsraîla îşgalker de, qirar dan ku bi hev re têkevin greva birçîbûniyê. Mehkûman bi beyana nivîskî diyar kirin ku, rewşa Eymen Şeravne, Samîr Îsavî, Tarik Kadan û Cafer Îzzeddîn yên ku ji zû ve di greva birçîbûniyê de ne, pir qirîtîk bûye. Bi amanca destekê bidin wan, wan jî dest bi greva komdar kirine.
Mehkûman di beyana xwe de, ji Tirkiye û Misrê xwestin ku dest bi tevgerê bikin, da ku di cemiyeta cîhanê de, li siyonîst Îsraîl zordayîn bê kirin.
Mehkûm û girtiyan îfade kirin ku, heger şert neyê guhertin, wê çalakiyên xwe dijwartir bikin û bi bêîtaata sivîliyê tehdît kirin.
Wekî tê zanîn ji mehkûman Îsavî 209, Şeravne 145, Îzzeddîn û Kadan jî 83 roj in ku, bi amanca protestokirina şertên xerab yên hepsa, di grevê de ne. Rejîima terorê siyonîst Îsraîl, guhnade tu heq û hiqûq û qirarên navnetewî.
Bangaheq