Dîmenên odeyên ku li wan bi zorê xwarinê didin mehkûmên grevgêr, hatin weşandin. Di van odeyan de kursiyên xisûsî û boriyên ku tiştên avî enjekteyê hûrê mehkûman dikin hene.
Terorîst Emrîka ji bo ku xwarinê bizorê bide mehkûmên ketine greva birçîbûnê, di hepsan de odeyên xisûsî ava kirine.
Li Guantanamoyê ji 166 mehkûman 104 heb, zêdetirî 4 mehan e ku ketine greva birçîbûnê. Mehkûmên ku niha ji Guantanamoyê azad bûne îfade kirin ku, ew jî bi eynî tiştî dihatin cezakirin. Her roj 40 mehkûm, di van odeyên nexweşxana hepsê de, bi saetan li ser kursiyên xisûsî tên rûnîştandin, ser û lingên wan bi kursiyan ve tên girêdan, qabloyan di bêvilan wan re bera hûrê wan didin û bi van qabloyan tiştîn avî bera zikê wan didin. BANGAHEQ