Greva Mamosteyên Kurdî

Mamosteyên kurdî yên mastıra bêtez a zanîngeha artûklûyê kırın, beyanata medyayî dan û qırar dan ku heta jı bo mamostetıya kurdî kontenjan venebın, ew ê greva bırçîbûnê bıdomînın.

Mamosteyên kurdî yên ku di Beşa Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê de mastira bêtez kirin û mezûn bûn, qirar dan ku heta ji bo mamostetiya kurdî kontenjan venebin, ew ê greva birçîbûnê bidomînin.

Mamosteyên kurdî li ber avahiya rektoriyê civiyan û beyanata medyayî dan. Mutlu Can li ser navê Platforma Mamosteyên Kurdî axivî û destnîşan kir ku Serokwezîr Erdoğan di serî de, rayedarên hikûmetê der heqê perwerdekirina mamosteyên kurdî de beyanatên erênî dabûn û wiha dewam kir:

"Em qîmetê didin dersa kurdî ku ev ders xistin bernameya mekteban. Lê belê di vê mijarê de nîşaneya nesamîmîbûnê ye ku mamosteyên kurdî yên ku wê vê dersê bidin hê nehatine tayînkirin. Lê em dizanin ku di navbera Zanîngeha Mardîn Artukluyê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî de li ser mijara pirtûkên ku wê bên xwendin protokol hat çêkirin û soz hat dayîn ku mamoste piştî perwerdeyê dê bên tayînkirin."

Can bi bîr xist ku der heqê tayînkirina mamosteyên kurdî de gotinên Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoğlu, di medyayê de cî girtin ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, ji bo vê mijarê soz da Ensarîoğlu. Can got ku heta ji bo mamostetiya kurdî kontenjan venebin, ew ê greva birçîbûnê bidomînin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar