Grûba Redhackê ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngeha ODTUyê, sîstema YOKê hackkir. Hat gotin ku vê grûba han, der heqê zanîngehan de 60 hezar belge bidesxt xistine. Di nav wan de yên veşartî jî hene.
Di nav belgeyan de îxbarên ku li YOKê bûne, îhaleyên ku zanîngehan pêk anîne jî hene. Tê îddîa kirin ku bi perên xercê xwendekaran, banqayan ji rektoran re otomobîlên luks kirîne.
Grûba han beyan kir ku, di destê wan de 60 hezar belge hene û hinek ji wan yên lêpirsînê, di Tiwîtirê de hatine hevpar kirin. Ji wan belgeyek, di heqê unîversîteya Gîresûnê de ye. Ji bo kirîna makîneyekê ye. Berî sazkirina vê makînê, 664 hezar û 340 lîra hatiye dayîn. Belgakê din der heqê zanîngeha Uludağê de ye. Di îhala paqijiyê de biha pir zêde hatiye girtin û nêzî 3 mîlyon lîra zirara qamûyê qewimiye. Belgakê din jî di heqê unîversîteya Kastamonûyê de ye. Tê gotin ku yekî bi dîploma sexte, ji bo mamostetiya zanîngehê hatiye qebûl kirin. Dûre bûye serekê beşekê. Her wiha di belgeyê de sextekarî nehatiye tesbît kirin.