Guhdarîkirina Telefonan

Emniyeta Tirkiyê agahî dan komîsyona guhdarîkirinê ya meclîsê. Hat zanîn ku, Emniyetê di hukmê 10 salan de, 470 hezar û 102 kes guhdarî kirine.

Emniyeta Tirkiyê agahî dan komîsyona guhdarîkirinê ya meclîsê. Hat zanîn ku, Emniyetê di hukmê 10 salan de, 470 hezar û 102 kes guhdarî kirine. Cendermeyê jî par tenê 5 hezar û 478 kes guhdarî kirine.

Mensûbên komîsyona guhdarîkirina derqanûnî ya meclîsê, qomandartiya Cendermê û midûriya Emniyetê ziyaret kirin û der heqê guhdarîkirinê de agahî girtin. Emniyet û Cendermê bi nivîskî cewab dan pirsan.

Hat diyarkirin ku, midûriya emniyetê par li gor 2 hezar û 448 qirarên mehkemê, 17 hezar û 884 kes guhdarî kirine û teqîb kirine. Cendermê jî par 5 hezar 478 kes guhdarî kirine. Emniyetê beyan kir ku, bi qirarên mehkemê di hukmê 10 salan de, bi temamî 470 hezar û 102 kes guhdarî kirine.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin