Guhdarîkirinên Ğeyrî Qanûnî

Dı operasyonên casûstî û guhdarîkırınên ğeyrî qanûnî de, jı polîsên ku hatıne bınçavkırın 79 kes jı kar hatın kışandın.

Li ber casûstî û guhdarîkirinên ğeyrî qanûnî yên ku li ser navê sexte hatibû kirin, çendakî berê operasyon hat destpêkirin ku merkeza wê Stenbol bû. Di van operasyonan de ji polîsên ku hatin binçavkirin 79 kes, ji kar hatin kişandin.

 


Operasyon ji aliyê midûriyeta şaxa mucadela bi terorê û midûriyeta şaxa mucadela bi sûcên organîze re ve hat kirin. Di operasyonan de digel midûrên şaxa mucadela bi terorê re Yûrt Atayun û Omer Köse û midûrê şaxa îstîxbaratê Erol Demîrhan, 35 polîs berî niha di heqê wan de lêpirsîna îdarî hatibû vekirin û ji kar hatibûn kişandin.
Midûrê kevn yê şaxa Îstîxbaratê Alî Fuat Yilmazer jî çendakî berê teqawîd bûbû.
Di çarçoveya du operasyonan de, 116 polîs hatibûn binçavkirin, ji wan 31 kes hatibûn girtin.

 


Polîs li gorî rapora ku mifettîşan amade kirine ji kar hatin kişandin, ji bo wan pêvajoya îxrackirinê dewam dike, qirara di heqê vê mijarê de ew ê pey civînên heyeta dîsîplînê bê zelalkirin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be