Gul, Ji Bo Başbağlarê Te’lîmat Da DDKê

Serekcimhûr Ebdullah Gul, saziya heyeta kontrolkirinê ya dewletê wezîfedar kir ku, li ser qetlîama Başbağlarê bi her alî ve lêkolînê bike.

Serekcimhûr Ebdullah Gul, saziya heyeta kontrolkirinê ya dewletê wezîfedar kir ku, li ser qetlîama Başbağlarê bi her alî ve lêkolînê bike. Dosya qetlîama Başbağlarê, li ber demboriyê ye. Hat gotin ku wê lêkolîn ji alî meqsed û tesîrên wê ve bê kirin.

Li ser talîmata Ebdullah Gul,  saziya heyeta kontrolkirinê dest bi xebatê kir. Wê guh bide şahidan. Wê bikole ku di navbera hadîseya Sîwas û qetlîama Başbağlarê de tu eleqe heye yan na.

Qetlîama Başbağlarê, di 5ê Tîrmehê de qewimîbû. Dihat îddîa kirin ku PKK û hêzên çepgîr bi hev re qetlîamê rast kirine. Di qetlîamê de 28 kes dabûn ber gulleyan, 5 kes jî şewitandin. Li ser hadîseyê 20 sal derbas bû. Lê hê jî li ser qetlîamê, bi kûr û hûr lêkolîn nehatiye kirin. Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin