Gumanbarê qetlîama Xanikê hat tewqîf kirin

Di qetlîama ku HDPyîyan li gundê Xanikê ya ku girêdaye Hezexa Şirnexê kiribûn de bav û lawê wî hatibûn bin çavkirin. Ji gumanbarê qetlîamê bav hat serbest berdan û lawê wî jî hat tewqîf kirin.

HDPyîyên ku bi hinceta xebatên hilbijartinê çûbûn li gundê Xanikê ya ku girêdaye Hezexa Şirnexê ye propagandaya PKKyê kiribûn û ji gundîyan 2 kes qetil kiribûn. Gumanbarê qetlîamê  Sedat Teber ji teref mehkemeyê ve hat tewqîf kirin.

Nezîr Teber û lawê wî Sedat Teber ên ku piştî bûyerê hatibûn binçav kirin, piştî pirsyarîyê  sevkî edlîyê hatibûn kirin. ji teref mehkemeya nobedar ve ji gumanabaran Sedat Teber hat tewqîf kirin, bavê wî NezîrTeber jî bi şerta qontrola adlî hat serbest berdan. Sedat Tebera ku hatîye tewqîf kirin hat hînbûn  ku şandîye hepsa Midyadê.

Di vê navbirê de Sedat Teber ê ku gumanbarê qetilkirina Şîmşek û Talayhan e di îfade xwe de diyar kir ku bi keleşkofê 7 berik û gule berdaye û dema ku gulê reşandîye dîtiye ku kesek ketîye erde. Ji şahidên qetlîamê M.D destnîşan kir ku Sedat Teber bi zanebûn ji Abdûlcelîl Talayhan nîşan girtiye û lê gulê reşandiye.

Sedat Teber di îfadeya xwe de destnîşan kir ku ew û bavê xwe di dema bûyerê de xwe avêtine malê û li cendirmeyan gerîyane. Cendirme jî di mabeyna 15 deqîqeyan de hatine gund. Teber diyar kir ku wî kelaşkofa ku di qetlîamê de bi karanîye daye cendirmeyan.

Li gor îfadeya ji şahidên bûyerê Ş.Şyê: “Ê ku qetlîam daye pê kirin Nezîr Teber e. Gote lawê xwe ‘here tifingê ji malê bîne.’  Dema ku me denge wan bihîst me xwe paş ve kişand ku hêj 100 metro em dûr nebûbûn ku li ser hevdu teqînên tifingê hat. Ji jorê gazî kirin ku  Abdûlcelîl Talayhan dane ber guleyan.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar