Gundî Xizmetê Dixwazin

Gundiyên Kelmixa Şêrwa ya Sêrtê, derd û pirsgirêkên xwe beyan kirin û îfade kirin ku, tu kes guhnade wan.

 Gundiyên Kelmixa Şêrwa ya Sêrtê, derd û pirsgirêkên xwe beyan kirin û îfade kirin ku, tu kes guhnade wan. Pirsgirêkên rê, av, sihhet û perwerdehî, nayên çareserkirin.

Muxtarê gund Hazim Akti û nişteciyên gund diyar dikin ku, bi sala ye serî li gelek deveran dixin, daxwazname û dîlekçeya rê dikin, muracaetan pêk tînin. Lê tu wezîfedar û berpirsiyar guhnade wan. Ne qeymeqamtiya Şêrwayê, ne walîtiya Sêrtê, ne îdareya bajêr ya xisûsî û ne belediye û wezaret, tu kes cewabekê nade muracaetên wan. Heta niha tu teşebbusên erênî nehatine kirin.

Muxtar îfade dike ku, ji ber teşebbusên gundiyan, perê ku ji bo terxan û texsîsê hatine şandin jî, ji dêleva xizmeta gundê wan, ji hinek amancên din re hatine serfkirin. Muxtar Hazim weha beyan kir “Ez Şêrwayê bihost bi bihost dizanim. Xizmeta ku ji bo gundên Şêrwayê bê kirin, min kêfxweş dike. Lê gava dor bê gundê me, xizmet disekine. Gelo ji ber çi ye?”

Qeymeqamê Şêrwayê Zafer Oz jî beyan kir ku, deverên ku kêmtirî 15 xaniyan bin, di talîmatê de heq nadin ku dezgeha avê ji wan re bê tesîskirin. Selahiyata tayinkirina Hemşîreyan yên ji bo gundan jî, di destê midûriya sihhetê ya bajêr de ye.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar