Gundîyan çapemenîya PKKê tekzîb kir

Xelkê gundê Taşliçaya navçeya Kanîreşê xebera çapemenîya PKKê ya ku gotibûn ku 'Perwerdehîya bisîleh ji HUDA PARê re' derewandin.

Xelkê gundê Taşliçaya ku girêdaye navçeya Kanîreşa Çewligêye  xebera çapemenîya PKKê ya ku gotibûn ku perwerdehîya bisîleh ji HUDA PARê re derewandin û diyarkirin ku HDP ji ber ku li gund deng kêm derxistine wiha êrîş û buxtanan li wan dikin.

Xeberên  reşkirinê yên çapemenîya PKKê yên li cihên ku HUDA PARê zêde ray standinê hê jî didomin. Çapemenîya PKKê her dawî di çapemenîya xwe de cih dabû xebera li gunde Taşliçaya ku girêdaye navçeya Kanîreşê polîs û gunparêz perwerdehîyê didin HUDA PARê. Gundîyan ji vê xebera çapemenîya PKKê re bertek û reaksîyonekî tund nîşan dan. Gundîyan  destnîşan kirin ku sedemên van buhtan, îftîra û êrîşên çapemenîya PKKê ji ber ku ji HDPê re ji vî gundî hindik ray derketîye.

Necmettîn Uçar ê ku ji ehle gundê di derbarê mijarê de wiha got: “Em hînî van xeberên derewîn bûne, lewra  berî niha jî gelek caran bi heman awayî bi buxtan û  îftîra êrîşî me kirin, derîyê gundê me ji hemû kesî re vekirîye , hemû kes dikarî  were binêrî ka tiştekê wiha heye an tune ye? Êdî kes ji van xeberên derew bawer nakin. Ez dibêjim qey ew jî ji xeberên xwe bawer nakin. Ew kes van tiştên tewşo mewşo tînin û dixin xeber; pişt re jî bi vî awayî dixwazin ku di nava însanan de fitne û fesadîyê derxînin.”

Ji niştîcihên  gund Nezîr Demîr jî di derbarê girîngîya mijarê de wiha ragihand: “Sedema ku çapemenîya PKKê gundê me têdixe hedefê ji ber ku li gundê me ji HUDA PARê re zêde ra dergetine.”

Ji gundîyan Yuksel Solmez jî di derbarê mijarê de wiha îfade kir: “Tu vî vê xebera  çapemenîya PKKê  ji zarokekî re bibêjî ew ê jî bi vê xeberê bikene. Tu tiştê me veşartî tune ye. Kî çi wextî dixwaze bila were li gund binere. Hemû kes jî baş dizane ku ji ber li vî gundî ji HUDA PARê zade ray derketîye çapemenîya PKKê me dixe hedef û dixwaze ku me bi derew û buxtanan reş bike.

Weke ku tê zanîn di hilbijartinên 7ê Hezîranê de li gundê Taşliçayê ji HDPê re 55, ji AK Partîyê re 14, ji Seîd Şahînê ku HUDA PARê piştgirîye didaye re 439 ray derketibû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar