Gundiyê ku ceyrana wî dihat birrîn enerjiya rojê bikar anî

Li Diyarbekirê gundiyê ku tim û tim ceyrana wan dihat birrîn bi derfetên xwe bi panelekê biçûk a ku bi dest xistiye îhtiyaciya xwe ya ceyranê temîn dike.

Li gundika Geliyêbûkan a girêdayê gundê Kadirkoya nevçeya Çinara Diyarbekirê gundiyê ku tim û tim ceyrana wan dihat birrîn bi derfetên xwe bi panelekê biçûk a ku bi dest xistiye îhtiyaciya xwe ya ceyranê temîn dike.

Gundîku panelên ku tên firotin distînin û serê sibê datînin ciyên ku divê roj bibîne û bi vê şiklê dema ku ceyrana hatiye birrîn di demekî dirêj de neyê akuyên ku bi van panelan  enerjî dadigirin îhtiyaciya xwe ya ceyranê temîn dikin.

“Dema ku hewa ewr e panel enerjî hilnagire”

Mustafa Sînekçî diyar kir panela ku tam ji enerjiyê tê dagirtin 2-3 saet îhtiyaciya wan a ceyranê temîn dike. Dûvre Sînekçî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gundê me tim û tim ceyran diçe. Dema ku aku tîje dibe 2-3 saet îhtiyaciya me ya ceyranê temîn dike. Piştî ku diqede em jî radizên. Em dema pê li pişkoka di nabeyna panel û akuyê dikin dixebite û ji ceyranê fayde dibînin. Dema ku hewa ewr e panel enerjî hilnagire. Lê dema ku roj heye tam ji enerjiyê tê dagirtin.”

“Carinan erize dide, em 2 roj bê ceyran dimînin”

Sînekçî diyar kir ku panelê ji Diyarbekirê sitandiye. Dûvre Sînekçî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vir pirsgirêka me ya ceyranê heye. Carinan bişev ceyran qet tune. Bi roj jî saetek û 2 saet tê. Dûvre diçe. Heywanên me hene. Ji ber ku ceyran tune em nikarin xwedî bikin. Em bi vê şiklê mexdûr dibin. Carinan erize dide, em 2 roj bê ceyran dimînin.”

Sînekçî diyar kir ku ew debara xwe bi heywandariyê temîn dikin û panelên ku havînê li zozanê bikar tînin zivistanê jî bi heman şiklê jê îstîfade dikin. Dûvre Sînekçî wiha pê de çû: “Em debara xwe bi heywandariyê temîn dikin. Dema em diçin zozanan di konan de dijîn. Em vê panelê datînin ser çadirê. Panela ku enerjiya rojê hildigire akuyê tîje dike. Bi vê şiklê aku tîje dibe. Ji ber ku em jî di konan de dijîn vê bikar tînin.” (ÎLKHA) 














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe