Hadîseyên Parka Geziyê

Li ser hadîseyên parka Geziya Taksîmê, sewcîtiyê bi xwestina girtinê 33 kes sewkî mehkemê kirin. Ji wan du mensûbê grûba Çarşiyê hatin girtin.

Li ser hadîseyên parka Geziya Taksîmê, sewcîtiyê bi xwestina girtinê 33 kes sewkî mehkemê kirin. Ji wan du mensûbê grûba Çarşiyê hatin girtin.

Do 94 kesên desteserkirî îfade dan sewcîtiyê. Ji wan 61 kes hatin berdan. 33 kes jî bi xwestina girtinê sewkî mehkemê bûn. Mehkemê tedbîra kontrola edlî danî ser 7 kesan, ji wan ji bo 2 mensûbên grûba çarşiyê qirara girtinê da. Mensûbên grûba han, îddîayên di heqê xwe de qebûl nekirin.

Wezîrê karên derve Ehmed Davûdoğlu jî, tevlî programa kanala El Cezîreyê bû. Davutoğlu da zanîn ku medyaya navnetewiyê, mîna li Tirkiyê herb hebe hadîse dane diyarkirin. Ji wan hinekan di heyama ku gaza îsotê nehatiye bikaranîn, mîna hatibe bikaranîn behsa hadîseyan kirine.

Li aliyê din li ser hadîseyên parka Geziyê, rapora mifetîşan jî hat beyankirin. Di raporê de tê gotin ku konên protestovanan ji aliyên ekîbên zabitayê ve, hatine şewitandin. Mifetîşan ji bo 7 wezîfedarên zabitayê xwest ku ji wezîfê bên bidûrxistin.

Li Îzmîrê jî ji ber hadîse û protestoyan 30 kesên din hatin desteserkirin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin