Hafiztiya Li Qempan

Multeciyên Araqanê Di Bin Ronahiya Mûmê De Tehsîla Hafiztiyê Dibînin

Muslumanên Myanmarê ji ber te’de û zordestiya Bûdîstan, gelek perîşan in. Kesên ji wan firsend dîtine û reviyane Bangladeşê, li wir di qempên multeciyan de bi sed kul û mezlûmtiyê dijîn. Lê ev perîşaniyet û mezlûmiyet nabe asteng û mani’ ji dersa Quranê re.

Hat îfade kirin ku zarokên muslumanên Araqanê, di qempên multeciyan de li ber ronahiya mûmê tehsîla hafiztiyê dikin. Li Bangladeşê li bajarê Cox’s Bazarê, musluman multeciyên Araqanê bi alîkariyên însanî yên saziyên sivîl li ser piyan e, digel zor û zehmetiyan jî zarokên xwe ji tehsîla Îslamî nakin. Wan di baraqayên ku bi medresa binav dikin de datînin ber dersa Quranê. Hinekan jî ji bo hafiztiyê didin ber xwendinê. Zarokên ku umrê wan di navbera 6 û 10 an de li ber ronahiya mûmê, hem dersa Quranê hem jî tehsîla hafiztiyê digrin. Kêfxweşiya zarokan ji ruyê wan xuya dibû.

Dêw bavê zarokan, xwestina xwe ya dewamiya alîkariyên însanî tekrar û dubare kirin da ku zarokên wan ji wan rewşên xerab xelas bibin, di cîh û deverên paqijtir de tehsîla Îslamî bibînin. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be