HAKSÎADê ku li Diyarbekirê ye pêşniyazên ku di derbarê çareseriya pirsgirêkên aboriya herêmê de dabû bi raya giştî re parve kir. Serokê HAKSÎADê Ramazan Azboy û endamên lijneya birêveberiya pê re bi endamên çapemeniyê re hatin cemhev û di derbarê rapora ku amade kirine de zanyarî dan.
Serokê HAKSÎADê Ramazan Azboy bal kişand li ser pirsgirêk û trewmaya civakî û dûvre rapopra ku di derbarê çareseriya pirsgirêkên aboriya herêmê de amade kiribû bi raya giştî re parve kir.
Di rapora ku ji teref HAKSÎADê ve hatibû weşandin de hatiye diyar kirin ku pêvajoya şerê ya qewimiye û hêj jî diqewime tenê gel mexdûr dike.
Di raporê de hatiye diyar kirin ku ev şer bûye sedema pirsgirêkên civakî, derûnî û aboriyê. Her wiha di raporê de pêşniyazên di derbarê çareseriya pirsgirêkên aboriya herêmê de hatiye dayîn.
Di raporê de hat destnîşan kirin ku aboriya herêmê ber xilasbûnê ve diçe û bi heman şiklê hat diyar kirin ku kargehên biçûk û mezin yên li herêmê ber bi îflasbûnê ve diçin. Bi taybet rewşa esnafê xwedî dikanên biçûk gelek xirab e. Her wiha di raporê de hat belav kirin pêwîst e ku prîmên bac û SSKyê ji esnafê neyê xwestin.
Di rapora ku ji teref HAKSÎADê ve hatibû amadekirin de hat destnîşan kirin divê ev texrîbata ku derketiye holê demildest were çareser kirin û niyazmendiya vê gelê ku dageraye mala xwe were têr kirin.
Bi taybet di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dehata sektorên emlaq û înşeatê kêm e û divê ku di pêvajoya sazkirina avahiyên ku hatine texrîbkirin de piştgiriya aborî li gel were dayîn û ev hêsaniya di derbarê aboriyê de ji bo gel were têr kirin.
Di raporê de hat diyar kirin divê ev piştgiriya aborî yê ku çend sal berê dest pê kiribû were domandin, ji bo ku karsaz ji nû ve pere ji bo herêm razînin çi hewce dike were kirin. Esnafê ku xwedî dikanên piçûk in jî bi krediya bê faîz were piştgirî kirin.
Ji xeynî vê pirsgirêka aboriyê divê ku gel wek civakî û derûnî ji teref rehabîlîtasyonan ve werin destekirin. (ÎLKHA)