Hamaney: Destê Amerîka di meseleya Filîstînê de girêdayîye û nagihije hedefa xwe

Ayetullah Alî Hamaneyê Rêberê Şoreşa Îslamê yê Îranê ye diyar kir destê Amerîka di meseleya Filîstînê de girêdayîye û nagihije hedefa xwe û zafer a ummeta Îslamê ye.

Rêberê Şoreşa Îslamê yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka li  Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan îlankirinê re bertek nîşan da.

Hamaney di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya Twîtterê belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “ Dixwazin ku di nac aczîyet û bêhêvîtîyê de Qudsê ji rejîma siyonîst re wek paytext îlan bikin. Di meseleya Filîstînê de destên wan girêdayîye û nikarin bigihijin hedefa xwe. Ji xwe dê zafer bibe ya Îslamê. Ew ê Filîstîn azad bibe û ew xelkê Filîstînê zaferê qezenc bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin