Hamaney: Dijminên me îsyan derxistin

Ayetullah Hamaneyê ku cara ewil derbarê bûyerên ku li Îranê rû dan de xeber da destnîşan kir dijminên bîyanî yên Îranê li welat îsyan dane derxistin û desteka para, çek û îstîxbaratêdidin vê îsyanê.

Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney piştî wan bûyerên ku ev demek rû dane û tê de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane de cara ewil daxuyanî da û diyar kir dijminên bîyanî yên Îranê li welat îsyan dane derxistin û destekai para, çek û îstîxbaratê  didin vê îsyanê.

Hamaney di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir dijminên Îslamê li Îranê tevlîhevî derxistine û wiha got: “Dijminên Îslamê di van rojên dawî de desteka para, çek û îstîxbaratê jî di nav de  amûrên cûda bi kar tînin û li Îranê tevlîhevîyê derxistin. Dema kui wextê munasîb hat ez ê derbarê bûyeran de daxuyanîyê bidim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e