Hamaney: Divê Trumpê ku hişê wî ne li serê wî ye zanibe ku ev yek dêbêbersiv nemîne

Hamaneyê ku derbarê xwepêşanên li Îranê li dijî rejîmê hatin kirin de Amerîka sûcdar kir derbarê Trump de diyar kir “ Ew zilamê ku hişê wî ne li serê wî ye bila zanibe ev yek dê bêbersiv nemîne.”

Rêberê Înqilaba Îslamê yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney ji xwepêşanên ku li Îranê li dijî rejîmê hatin kirin de Amerîka û Îngilterê wek berpirsiyar nîşan da.

Hamaney di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir xwepêşanên ku di 28ê Sibatê de dest pê kirin ji derve ve dihatin organîzekirin û plana vê yekê jî ji teref Amerîka û siyonîstan ve hat kirin. Hamaney her wisa diyar kir xwepêşan ji teref dewletekî dewlemend a li Kendava Farsê ve hatine fînansekirin û Rêxistina Mucahîdên Xelkê jî wek taşeron hatiye bikaranîn.

Hamaney di berdewama daxuyanîya xwe de bi zimaneke tund birêvebîrya Amerîka û Serokê Amerîka Trump hedef girt û wisa got: “ Serokê wî welatî hişê wî ne li serê wî ye. di demeke nêz de li Amerîkayê dihat gotin ku di warê aqil de problemên wî hene. Me bi van hisîya. Em dixwazin ku him ew û him jî ew dijminên biyanî vê yekê bizanibin; ev hereketên bêeqil dê bêbersiv nemînin. Serê we li hadê ket, hûn dîsa teşebûs bikin hûn ê dîsa bi ser nekevin. We çend rojan zirar da Îranê. Amerîkayî dibêjin hişê vî zilamî ne li serê wî ye, divê ev zilma vê yekê bizanibe ku ew ê leystikên wî bê bersiv nemîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin