Ev serê çar rojaye ku siyonîst Îsraîl bi xwînxwarî êrîşî Ğezzeyê dike. Di êrîşan de heta niha 29 Fîlîstînî hatine şehîd kirin. Zêdetirî 250 kes jî brîndar bûne. Jetên siyonîst Îsraîl di êrîşên xwe yên dawîn de li Ğezzeyê bînaya hikûmetê kiribû hedef. Bi 5 fuzeyan bînaya çar qat hate xwarê. Di hadîseyê de tiştek bi kesî nehat.
Ji aliyekî ve li hember wehşet û êrîşên siyonîst Îsraîl li her derê tepkî zêde dibin, ji aliyê din ve êrîşên Hamas û tugayên Qassam jî dewam dikin. Ji aliyê çavkaniyên Fîlîstînî ve hat gotin ku Tûgayên Qassam du teyarên Îsraîl xistine. Yek ji wan jeta F-16 ya herbê ye ya din jî teyara bê însan e.
Hamas nasname û huviyetên pîlotên jeta F-16yê weşandin û îfade kir ku her dû pîlotan hêsîr girtine. Berî niha Îsraîl diyar kiribû têkilî bi jetek wê ya herbê û bi her dû pîlotên wê re qut bûye. Hat gotin ku li ser xistina jeta herbê eskerên siyonîst ketine tirs û endîşeyê. Sîrenê talûkê hatiye lê xistin. Serekwezîrê siyonîst Netanyahû reviyaye stargehê. Milletê siyonîst jî ketine panîkê. Berî niha Tugayên Qassamê teyareke bê însan ya Îsraîl jî xistibû. www.bangaheq.net