Knesseta parlementoya îsraîla rejîma îşxalker pêşnûmaya qanûnê ya di derberê qedexekirina azana şerîf de tesdîq kir. Hat ragihandin pêşnûmaya ku hatiye qebûlkirin dê ji bo dengdayîna pêşî teqdîmê Knessetê bê kirin û dû re jî dê dîsa bê komîsyonê. Pêşnûma piştî ku sê caran li Knessetê hat qebûlkirin re dê bibe qanûn.
Li gor pêşnûmayê di navbera seat 23.00ê şevê û 07.00ê şeveqê de ji hoparloran xwendina azanê dê bê qedexekirin û di derheqê camiyên ku li gor qanûnê tevnegerin de heta hezar û 200 dolar ceza bê dayîn.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim di derbarê mijarê de destnîşan kir ev ji bo polîtîkayên nijadperest a sîyonîst îsraîlê îşxalker re delîl û burhanek e. Qasim dû re wiha pê de çû: “ Îsraîl bi vê pêşnûmayê dixwaze sembolên dînî yên ku ji teref temamê qanûnên mafên însanan ve tên qebûlkirin qedexe bike û bi vê yekê dide nîşandan ku ew hêj nasnameya Îslamî ya Fîlîstînê têxistine hedefa xwe.”(ÎLKHA)