Hamas ji planên li Qudsê vekirina balyozxaneya DYEyê re bertek nîşan da

QUDS - Hereketa Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê(HAMAS) destnîşan kir ger ku balyozxaneya DYEyê ya li Tel Avîvê bikşînin Qudsê dê ev yek di şerê Fîlîstîn-Îsraîlê de bibe destpêka heyameke nû.

Hereketa Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê di derheqê planên li Qudsê vekirina balyozxaneya DYEyê de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ev yek dê di şerê Fîlîstîn-Îsraîlê de bibe destpêka heyameke nû û ev tişt dê bibe weke ku benzînê li agir bê dakirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ev xwesteka kişandina balyozxanê destnîşan dike ku DYE bi temamî li pişta Îsraîl e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li temamê welatên Îslam û Ereban hat kirin da ku li ba berxwedana xelkê Fîlîstînê bin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye