Hamas Ji Sûriye Derket

Hamas Ofîsa Xwe Ya Li Sûriye Daîmî Girt, Personelên Xwe Şand Misrê

Hereketa Berxwedana Filîstînê Hamasê, diyar kir ku buroya xwe ya li Surûriyeyê daîmî girtiye, personelên ofîsê jî digel malbatên wan neqlî Misrê kirine. Hat îfade kirin ku personelên ofîsê, wê li paytext Qahîreyê di meha pêş de, di buroya nû de dest bi fealiyetên xwe bikin.

Hamasê îfade kir ku nêzî 6 meh berê, meqamên Misrê teleba wanî neqilkirinê tesdîq kiriye. Hamas, berî niha der heqê xeberên vebûna buroya wan ya li Misrê de, bêdeng dima.

Wekî tê zanîn, li Sûriye di navbera hêzen Esed û muxalîfan de şer dewam dike. Êrîş li hinek qempên Fîlîstîniya jî tê kirin. Di hadîseyan de bi dehan multeciyê Fîlîstînî hatine qetil kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin