Hamas vîzyona xwe ya nû eşkere kir

Serokê Buroya Sîyasî ê Hamasê Xalid Meşal vîzyona xwe ya nû eşkere kir.

Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Xalid Meşal li Doxaya paytexta Qatarê civîna çapemeniyê li dar xist.  Meşal di civîna ku lidarxist de di derheqê vîzyon û belgeya siyaseta nû ya Hamasê de daxuyanî da.

Meşal di berdewama axavtina xwe de diyar kir haziriyên belgeya siyasetê ya Hamasê berî vê 4 salan dest pê kiriye  û ev belge nêrînên temamê pêşaweyên nava welêt û li derveyê welêt di nav xwe de dihewîne.

Meşal diyar kir vîzyona nû ya ku hatiye amadekirin ji 42 maddeyan pêk tê û ev kitêba ku hatiye amadekirin dê ji kesên dixwazin siyaset û nêrîna Hamasê hîn bibin bibe alîkar. Meşal her wiha diyar kir ev maddeyên ku  hatine amadekirin diyar dike ku harekatê wan ji guherînê re vekirî ne.

Hamas di maddeya ewil a metna ku hatiye amadekirin de xwe wisa dide nasîn: “Hamas Hareketa Berxwedana Îslamî, li dijî projeya sîyonîst micadele dike û  armanc dike ku Fîlîstîn bê rizgarkirin, Hamas di her gavên xwe de ji xwe re Îslamê referans digre.” Meşal ji bo vê maddeyê destnîşan kir Hamas ji hêla fikrî ve şaxeke Îxwanê ye lê Hamas rêxistineke xweser a Filîstînê ye.

Meşal di berdewama daxuyaniya ku da de diyar kir di nav sînorên 1967an de avakirina dewleta Fîlsîtînê nayê wateya ji mafên Fîlîstînê tawîzdanê.

Meşal di derheqê banga Hamasê ya ‘tunekirina îsraîlê’ de jî diyar kir “Hamas diyar dike ku micadeleya wan ne bi Cihûyan re ye bi projeya sîyonîst re ye.”

Meşal diyar kir Hamas hemû cûr proje û teşebûsên ku pê hedefkirin meseleya penaberên Filîstînê tasfiye bike red dike û ew ê vegerîn li Filîstînê çêbibin.(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe