Hamasê Bangî Obama Kir

Ji lîderên Hamasê Salah Berdewîl, bangî serekê Emrîka Barak Obama kir ku, ziyareta Mescîda Eqsayê ji programa xwe derxe

Ji lîderên Hamasê Salah Berdewîl, bangî serekê Emrîka Barak Obama kir ku, ziyareta Mescîda Eqsayê ji programa xwe derxe. Berdewîl îfade kir ku, wê ev ziyaret talûka meşrûkirina Îsraîlê bi xwe re bîne. Hamas jî vî tiştî qebûl nake.

Lîderê Hamasê, gazî xelkên Ereb û îdarevanên wan kir ku, li ber yehûdîkirina Mescîda Eqsayê bisekinin. Berdewîl da zanîn ku, ji teref Siyonîstan ve ğeyreta yehûdîkirina Mescîda Eqsayê dewam dike.

Her wiha li ser lihevkirina Hamas û Fetîhê jî xeber da. Berdewîl wiha got “Îdara Fetîhê lihevkirin daye sekinandin. Li Şerîa Rojavayê, girtinên siyasî dewam dikin. Di heqê azadiyan de tu tiştek nehat kirin. Feqet Hamasê li Ğezzeyê ji El-Fetîh re rihetî avakir, ji wan kesên sûcdar berdan.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin