“Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta ku ew li welatên kendavê bike li balafirgehê derheqê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin de daxuyanî da.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyaretinan çû welatên kendavê. Serokkomar Erdogan berî ku birêkeve li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê di derheqê rojeva derve de nirxandinan kir. Erdogan di nirxandina ku derheqê Mescîda Eqsayê kir de destnîşan kir ‘Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye.’

“Dinyaya Îslamê nikare ji rencandina rûmeta Mislimanan re bêdeng bimîne”

Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji wan êş û elemên ku li Sûrî, Iraq, Libya û Filistînê tên kişandin re her roj yeke nû tê zêdekirin ku ji vê yekê re Mescîda Eqsa mînak e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew bêperwaziya ku di van çend rojên dawî li hember Mescîda Eqsayê tên kirin alema Îslamê xemgîn û mehzûn dikin. Ew Harema Şerîf a li Qudsê ne tenê namûs û rûmeta Filistiniyan e; bi heman awayî namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ya ku ji 1,7 milyaran pêk tê ye. Dinyaya Îslamê nikare ji rencandina rûmeta Mislimanan re bêdeng bimîne.”

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin