Harîrî li Parîsê bi Macron re hevdîtin kir

Serokwezîrê Lubnanê Saad Elî Heriyê ku berî vê du heftiyan îstîfa xwe daxuyand cara ewil ji Siûdî veqetiya û li Parîsê bi Macron re hevdîtin kir.

Hat ragihandin Serokwezîrê Lubnanê Saad Elî Heriyê ku berî vê du heftiyan îstîfa xwe daxuyand cara ewil ji Siûdî veqetiya û li Parîsê paytexta Fransayê bi  Serokomarê Fransaayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Macron berî niha Herîrî bo çareseriya qeyranê û li ser gotinên ku ew li Siûdî bi zorê tê girtin vexwandibû Parîsê. Herîriyê ku daweta Macron qebûl kir çû Parîsê û Macron re hevdîtin kir.

Herîrî piştî hevdîtinê di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir “Ez ê helwesta xwe ya siyasî ji Lubnanê  piştî hevdîtina bi Serokomar Mîşel Avn re eşkere bikim.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin