Haşimê Rafsancanî wefat kir

TEHRAN - Hat ragihandin ku Haşimê Rafsancaniyê ji serokkomarên kevin ên Îranê di encama qrîza qelbê de wefat kiriye.

Gor agahi yên IRNAya Ajansa Xeberên Fermî ya Îranê hatiye bidestxistin Haşîmî Rafsancaniyê ji serokkomarên kevin ên Îranê û Serokê Konseya Teşxîs Meslehetên Rêkûpêkê di encama qrîza qelbê de wefat kiriye.

Alî Ekber Haşîmî Rafsancanî di 25 Tebaxa sala 1934an de li bajarê Rafsancana eyaleta Kîrmanê hatibû dinê. Rafsancanî di nabeyna salên 1989-1997an de wek 4emîn Serokkomarê Îranê hatibû hilbijartin.

Rafsancanî kî ye?

Ayetullah Rafsancanî di 25 Tebaxa sala 1934an de li bajarê Rafsancana eyaleta Kîrmanê hatibû dinê. Malbata wî pir feqîr bû.

Di sala 1948an de ji bo perwerdehiyê çû Kumê. Dûvre bû xwendekarê herî nêzîk yê Rêberê Înqilaba Îslamî Ayetullah Humeynî. Di nabeyna salên 1975-78an de ji teref rejîmê ve hat darizandin û hat cezakirin.

Piştî Înqilaba Îskamî di damezrandina Partiya Komara Îslamî de keda wî zêde bû. Ji teref Îmam Humeynî ve ji bo endambûna Konseya Şoreşê hat tayînkirin û di salên herî ewil ên şoreşê de bû Wezîrê Karûbarên Hindir.

Di hilbijartina Meclîsa Şuraya Îslamî ya ewil de di sala 1980yan de ji bo endambûna meclîsê hat hilbijartin û ji bo serokatiyê hat hilbijartin. 9 sal wezîfa wî domî.

Piştî wefata Îmam Humeynî ya di sala 1989an de wek Serokkomar het hilbijartin. Di sala 1993an de cara 2 yemîn bû serokkomar. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye