Hat îddîakirin berpirsiyarê Entabê yê DAIŞê xwe teqand

DÎLOK - Hat ragihandin doh di ser mala ku tê diyarkirin aîdî DAIŞê ye de hat girtin.Di dema serdegirtinê de kesê bi navê Yunus Durmazê ku tê îddîakirin berpirsiyarê Entabê yê DAIŞê ye xwe teqand.

Li Entabê ev bû 2 roj li dijî DAIŞê operasyon tên lidarxistin ku heta niha di operasyonan de 60 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên ku doh li bajêr hatin kirin de di ser maleke ku tê îddîakirin aîdî DAIŞê ye de hat girtin. Hat îddîakirin di dema serdegirtinê de Yunus Durmazê ku berpirsiyarê Entabê yê DAIŞê ye xwe teqandiye. Her wiha hat ragihandin Hecî Elî Durmazê ku birayê Yunus Durmaz  jî di serdegirtinê de hatiye binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer li navçeya Şehîtkamîla Entabê pêk hat.Di dema serdegirtinê de Yunus Durmaz bombeya li  ser xwe teqand.Di encama teqînê de Yunus Durmaz jiyana xwe ji dest da. Ji ber bûyera ku pêk hat gelek polês û ekîbên tenduristiyê ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin.Her wiha hat ragihandin di dema serdegirtinê  de Hecî Elî Durmazê ku birayê Yunus Durmaz e jî hatiye binçavkirin.

Di derbarê bûyerê de ji teref walîtîyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin di bûyerê de ji bilî kesê xwekuj tiştek bi tu kesî nehatiye.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin