Hat îddîakirin li Colemêrgê 2 xortên Kurd ji teref leşkeran vebi hinceta “qeçexvantîyê” hatin gulebarankirin

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Şahap Şendolê 17 salî û Celîl Ekîncîyê 21 salî li Çemekûrka Rûbarokê bi hinceta qeçexvantîyê ji teref leşkeran ve hatin hedefgirtin.

Hat hînbûn ku bûyer doh qewîmî û Şahap Şendolê ku sivik birîndar bûbû ji xestê hat derxistin, lê belê Ekîncîyê ku giran birîndar bûbû hêj li xestê tê tedawîkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser tora medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

 Eren di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku leşkeran bêyî ku hişyarîyê li Şahap Şendolê 17 salî û Celîl Ekîncîyê 21 salî bike bi hinceta qeçexvantîyê gule li ser wan de reşandin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn