“Havêna Aştîyê Dînê Îslamê Ye”

Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez, li Bedlîsê xeber da û weha got: “Ev 30 sal e ku li vê coğrafyayê agir dibare. Havêna aşîtîyê dînê Îslamê ye.”

Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez, li Bedlîsê hinek têkilî pêk anîn. Walîtî û belediya Bedlîsê ziyaret kirin. Di ziyareta belediyê de ji aliyê serokê belediyê Huseyîn Olan ve hat pêşwazîkirin.

Gormez li vir di xeberdana xwe de anî ziman ku herêma Bedlîsê, pir alimên hêja gihandine û wî jî dewrên ewil ên xwendina xwe li Bedlîsê derbas kiriye.

Mehmet Gormez di dewama xeberdana xwe de wiha got: “Li vê coğrafyayê ev 30 sal e ku agir dibare. Havêna aşîtîyê dînê Îslamê ye.”

Li ser rewşa mexdûrên 28ê sibatê jî wiha got:

“Di rakirina mexdûriyeta mexdûrên 28ê Sibatê de, pirsgirêka mewzûatê heye. Ji bo helkirina vê pirsgirêkê, xebatên me dewam dikin. Berî niha jî ji bo birayên me yên neheqî li wan hatibû kirin xebatên me çê bûbûn. Lê hevalên ku ji ber mewzûatê me nikaribû alîkariya wan bikira hene.”

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe