“Em him kêfxweş in ku bi silametî vegeriyan û him jî ji ber ku em ji wir dûr ketin mehzûn in”
Orhan Îmamogluyê ku li ser serê qafîlê wek wezîfedarê diyanetê çûbû hecê derheqê mijarê de diyar kir ew him kêfxweş in ku bi silametî vegeriyane û him jî ji ber ku ji wir dûr ketine mehzûn in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda bike nesîbê hemû kesî. Ez ji Rebbê xwe temennî dikim ku hemû kes li wan axên ku lê ashap û pêxember lê geriyane bigerin.”
Kesên bi navê Faysal Uysal, Bedriye Taşdemîr,Çîçek Karaca, Hamîde Çoban û Nusret Akça jî derheqê mijarê de hest û nerînên xwe anîn zimên û wiha gotin: “Me ji Mislimanên cîhanê re gelek dia kir Ji ber ku em çûn wana xên pîroz gelekî kêfxweş in. Bila hemû kes di xortaniya xwe de biçin hecê. Ji ber ku em ji wir veqetiyane mehzûn in.”(ÎLKHA)