Li gor daxuyanîya ku ji Navenda Kordînasyona Serokwezîrî hatiye dayîn duh êvarî 3 F-16yên ku ji Diyarbekirê rabûnê li 3 hedefên IŞÎDê dane.
Di daxuyanîyê de ji van agahîyan re cih hat dayîn: “Duh bi şev di seat 03.12an de ji Fermandarîya Meydana Sereke ya 8emîn a Amedê 3 balafirên şer ên F-16 rabûn. Ev balafirên şer di navbira 03.40 û 03.53an de li ser hedefên IŞÎDê de bombe barandin. Berî niha 2 cihê biryargeh û cihek jî cihê kombûnê hatibû tesbîtkirin. F-16 bi 4 bombeyan van deran jî bombe baran kir. Balafirên me pişt re di seat 01.24an de vegerîyane cihê xwe.”(ÎLKHA)